Hêrişa sipah ser welatiyan, kuştina 2 endamên sipah jê ket

20:49 - 8 Îlon 2013
Ajnsa Kurdpa : hêzên sipaha pasdaran li ser sinûrê Recewî ser bi şarê Selasa Bavecanîli demik deye ku hêriş kiribûne ser welatiyên Kurd, endamik ji sipaha pasdaran ket ber maşînê û li sedem de mir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja borî de pasdarik ji xelkê bakûrê welatê Îran bi hegera hêriş ser welatî û kasibkarên ser sinûr, li sedem ketin ber maşînê mir.

Tê goton hevdem li vê qewimiyê de serbazik jî bi dujwarî birîndar bûye.

Bi gotina kesên dîtî, ew ajanên sipaha pasdaran li dema hêriş kirin ser welatiyan bi wan şêlikî kirine û ew bûye hegera hindê ku welatî bi amanca derbas bûn ji şêlikiya wan hêzane, bi maşînê wir bi cî behlin ku li sedem ew endamê spaha pasdaran bi ketin ber maşînê hatiye kuştinê.

Tê gotin hêzên sipha pasdaran çendîn maşînê welatiyan zewt kirine û hevdem ev dewer bi hêzik zora milîtaran hatiye milîtarîze kirin û gişt bizivîn û hat û çona welatiyan ragirtine.