HEREŞE JI MALBATA ÇALAKEK XWENDEKARÎ HATEKIRIN

16:36 - 20 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Mlbata Çalakek Xwendekariye Kurd ê Xelkê “Qurwe” ji aliyê Ittila’at ve ketine jêr givaşan.

Li gor Rapora Ajansa Kurdpa, Hêzên Ewlehiye Hukûmeta Komara Islamiya Îranê hoşdarî dane malbata “Suhrab Kerîmî”ê Çalakê Xwendekarî û Berevankarê mafên Mirvan ê Kurdistanê.

Suhrab ku li damezrînerên Yekîtiya Demokratîka Xwendekarên Kurd e, 5 Heyvan berî niha seva givaşên Zaf, mecbûr ma ji Îranê derkeve.

Ew çalakê Kurd ku berîtir ji hevkarên Belavoka “Aştî” li KJurdistana Îranê bûye, Têkiliyên Malbata xwe tevî Çalakiyên xwe red dike.

Suhrab Kerîmî li roja 7’ê Çileya Pêşîn de ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve hate binçavkirin û piştî derbaskirina 76 rojan di Hebsîxaneya Êvîn a Tehranê de bi Barimteya 150 Milyonî hatie serbest berdan.

Kerîmî Xwediyê Karnasiya Bilina Zanistên Siyasî li Zanîngeha Tehranê ye ku cara Duyemîn li sala 88’an hate binçavkirin.