Hereşa berpisên xwendingehik li Merîwanê bi xwendawan ser nedana diraf

12:30 - 16 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: bi dû hindê ku xwendewanên xwendingehik ji xwendingehên şarê Merîwan nexwestine ew dirafê ji wan hati xwestinê bidin, tûşî bandor û hereşan bûne.

Gorekî raporta ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa; berpirsên xwendingeha “ Sadiqî” li şarê Merîwan bi hegera hindê ku xwendewan ji dana diraf bi xwendingehê xwe radigozin, hereşe bi xwendewana kirine ku” gere çavrêyê helwîst û riftara dujwar” bin.

Pêştir jî li despêka heyva Befranbara îsal de xwendewanên huneristana “ Iffet”a şarê Sewlava bi hegera nedana diraf bi xwendingehê, ji aliyê berpirsên xwendingehê, derfeta pişkdarê kirin li têstan de pê nedan
Diraf sitandina bi zordarî ji xwendewanan li rewşik deya ku her xwendewan li sal de hindik diraf bi navê” xercê li sala xwendewanî” li Îran de heye û pêwîste berpirsên xwendingehan jêre xerc bikin, lê ne tinê ev diraf bi xwendewanan nayê dan, belku pitir caran xwendewan li sedem nedana diraf, li xwendingehê hatiye derxistin yan bi neçarî dest ji xwendinê kêşane.

Gorekî yasaya bingehîna welatê Îran, xwendin bo zarokên( gere bixwînin-wacibul tahsîl)” xurayiye, lê li praktîk de xwendingehên hukûmîbi mainên cur bi cur li prosa xwendinê de li bin navê bi rêbirina hînkariya derê dersê, diraf ji xwendewanan distînin.

Li midê îsal de xwendingehên li gişt herêmên Kurdistaniyên Îranê de, 50,000 heya 100,000 tûmen diraf, bi maina berev kirina suxtenî û tiştên xwendingehê, ji xwendewanan sitandine.