Herêma Roboskî hate bombebarankirin

22:13 - 30 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî bûyera sala 2011’an a Roboskiyê, cardin Roboskî hate bombebarankirin.

Li gora nûçegihaniyan, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhad Encu ragihandiye, ku gundê Roboskiyê li navçeya Qilabanê hate bombebarankirin, û bombebaran li heman cihî çêbûye, ku bombebarana sala 2011’ê çêbibû.

Li gora gotina navbirî di vê êrîşê de karwaneke 15 kesî ya kolberên Kurd bûye armanc, û li gora zanyariyên destpêkî, Vedat Encu (16 salî) jiyana xwe ji dest daye, û 5 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî basê ye ku di 28’ê Kanûna sala 2011’an de, li gundê Roboskiyê ser bi navçeya Qilebanê ya Şirnexê, 34 welatiyên ku piraniya wan zarok bûn, û ji Herêma Kurdisanê ve cigare û mazot dianîn, di dema vegerê de ji aliyê balafirên şerî ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin, û kuştin.

Heya niha jî li gora zanyariyan encamderên vê bûyera hovane nehatine girtin û cezakirin, û rayedarên dewletê jî, her carê bi qewl û sozeke derev malbatên van kuştiyan dixpînin.