Herêma Kurdistanê wê bibe yek ji cemserên neftî ên cîhanê

12:36 - 13 Adar 2012
Kurdpa: Hikumeta herêma Kurdistanê dixwaze heya sala 2014 asta berhemanîna neftê di rojê de bike yek milon bermîl.

Her niha 48 mompanyaên neftî ji 18 welatên cîhanê li kerta nefta herêma Kurdistanê de çalakî hene.
Malpera DW bilav kiriye niha berhemanîna neftê li herêma Kurdistanê de rojane 175 hezar bermîlên neftê e û berpirsyarîn vê herêmê eşkere kirine ku heya sala 2019 berhemanîna bigîje du milyon bermîlan di rojê de.

Li heamê meha borî de şirketa neftî ya Total a Firansayê piştî kêmkirina pêwendiyên xwe ên bazerganî ên neftî di gel rejîma Îranê niha li gel hikumeta herêma Kurdistanê girêbest neftî wajo kiriye û niha li çend cihan de mijûlî berhemanîna neftê ne û wê hekwesta hikumeta herêma Kurdistanê dewleta Îraqê pir nîgeran kiriye.