Hereketên Spaha Pasdaran di Kurdistanê de Zêdebûye

14:59 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Hereketên leşkerî yên Spaha Pasdaran li deverên cuda rû li zêdebûne.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 10`ê Pûşperê, hereketên leşkerî ên Spaha Pasdaran li bajarê Şinoyê zêdebûye û bajar di rewşeke ne ewlehî deye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Spaha Pasdaran li sêriya “Nelîwan” seytera lêkolînê danîne û dest avêtine bi vekolîna maşînên xelk ên sivîl.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, “hêzên Spaha Pasdaran di piraniya deveran de cih bûne.

Herwisa roja Duşemî 3`ê Pûşperê, Spaha Pasdaran çekên giran li bajarê Neqedê bo bajarê Şinoyê veguhastin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 10`ê Pûşper, helîkopterên Spaha Pasdaran, li ser esmanên bajarê Seqiz û deverên navbera Seqiz û Bane de digeriyan.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Seqizê ragihandiye: “5 heb maşînên leşkerî yên Spaha Pasdaran ligel hêz û çekên giran ji bajarê Seqizê bo bajarê Bokanê hatine şandin.

Li gorî wî Nûçegihanê, zêdebûna hereketên leşkerî ên Spaha Pasdaran di Kurdistanê de, bi sedema çalakiyên Hizbên Kurdî yên Opozisiyon ên hikûmeta Îranê ye.