Heraseta Zanîngeha Îlamê pêşiya Weşana Kovarek Xwendekarî girt

21:35 - 1 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Heraseta Zanîngehekî li Parêzgeha Îlamê piştî ku Kovarekê Izna Weşanê sitandibû pêşiya Weşana Kovarek Xwendekarî girt.

Pêka Nûçeyê Nûçegihaniya Kurdpa, Heraseta Zanîngehek “Baxter” li Îlamê piştî ku Kovarekê bi Navê “Çerdawil” Izna Weşanê sitandibû pêşiya Weşana Kovarek Xwendekarî girt û Paşî ku Xwendekarên Berpirse Wê Kovarê Amadakariyên Çapê kiribûn, lê nehêlan ku Ev kovara bigîhe Çap û Weşanê.

Rapora gihîştî ji Îlamê Derdixe Rojevê ku Berpirsên Herasetê Ji Gerînerên Karûbarên Kovara han re gotine hekî Ev Kovar bê Weşandin, yê Pirsgirêkên Inzîbatî ji wan re li hev bînin.

Kovara Xwendekariya Çerdawil bi Zaraveya Lekî A Kurdî Biryar bû ku were Belavkirin.

Daxistina Kovarên Xwendekarî Ên Kurdî li Zanîngehên Kurdistana Îranê piştî dawiya sala 1388’an ketiye Vegerek nû û di wê barê de li Zanîngehên Kirmaşan û Îlamê Kovar û Belavokên weke “Wajêyê No”, “Zarûy Waran”, “Hawar”, “Taqwesan” hatine daxistin.

Zaftirî Wan Kovaran Hilgirê Nivîsên Çandî û Wêjeyî ne û çi Nivîsek Siyasî tê de nayên Weşandin.