Her tiştî teqlîd dikin ji xeynî “Sola Kurdî”

13:59 - 26 Kanûna Paşîn 2013
Ajans Kurdpa: Çînî bi alîkariya teknolojiyê teqlîda her tiştî dikin. Lê bi tenê nikarin sola dîrokî ya Kurda teqlît bikin.

Çînî bi alîkariya teknolojiyê teqlîda her tiştî dikin. Lê bi tenê nikarin sola dîrokî ya Kurda teqlît bikin. Pêlava ku bi ”Kilaş” tê navkirin û li Kerkuka Herêma Kurdistanê bi destan tê çêkirin. Çînî lê şaş û ecêb dimînin. Çînîyan kirin nekirin nikaribûn teqlîda vê solê çêbikin.

Hosteyê pêlavê Semîr İbrahîm anî ziman ev sol di nav Kurda da 1000 salî tê hilberîn û ji ber ku ev sol bi dest tê çêkirin nayê teqlîtkirin. Semîr Îbrahîm wiha got: “Ev sol di hefteyekî de tê çekirin. Hemû amûrên solê bi dest tê çêkirin.

Ji bo ku vê solê bi makînê çêbikin em çûn Çînê. Lê Çînîyan teqlîda solê bêcer nekirin. Min jî daxûyanîyek da rojnemeyekî heremî û got: ‘Çînî jî nikarin vê solê teqlît bikin.’ piştî vê daxûyaniyê hin karsazên Çînî hatin Kerkukê û ji min ra gotin ‘Em dikarin di nav du rojan de teqlîta te jî çêbikin, lê em nikarin vê solê teqlît bikin. avestakurd