Her ji niha ve teqemeniyên Kule Çarşemiyê qurbaniyan distîne

20:01 - 12 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Li Kirmaşanê û di dema çêkirina madeyên teqîner ên taybet bi roja Kule Çarşemiyê”, teqînek çê bo û di encam de zarokekî her 2 destên xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçegîhaniya Kurdpa yê, roja Înê berwarê 11’ê Adara 2016’an, li bajarê Kirmaşanê û di dema ku, bo roja Kule Şarşemiyê madeyên teqîner dikirin bombeyên dengî yên destî, madeyê teqîner di destê zarokekî temen 12 salî de teqiya û di encam de, her du destên xwe ji dest dan.

Berpirsê tîma Lihwarhatinê ya parêzgeha Kirmaşanê, ev bûyer piştrast kir û ragehand ku, buyera han li Cadeya 45 mêtrî ya “Şehreka Hafiziye” ya bajarê Kirmaşanê qewimiye.

“Cehanbexşî” herweha ragehand ku, di encama vê teqînê de ku di avahiyekê de çê bûye, xisar ber 60%ê avahiyê ketiye.

Navbirî da zanîn ku, heya niha hejmara bûyerên teqînê yên taybet bi Kule Çarşemiyê, di sala 2016’an de, giheştiye 18 heban.

Cehanbexşî herweha ragehand ku, di rojên dawiya salê de û bi taybet roja Kule Çarşemiyê, hewce ye ku hemû malbatk zêdetir ji berê, haydarî zarokên xwe bin da ku, tevî bûyer û xisarên weha yên canî û madî nebin.