Heqdestê 70 kedkarên Bajarvaniya Îlamê, sê meh e ku bi wan re nehatiye dan

18:41 - 15 Hezîran 2021

Nêzî 70 kes ji kedkarên Bajarvaniya bajarê Îlamê, 3 meh e ku heqdestê xwe vernegirtine û jiyana wan kedkarana rastî krîzê hatiye.

Ew 70 kedkarane, ji kedkarên xizmetkarî yên bajarê Îlamê ne.

Pêka gotina yek ji wan kedkarana, her yek ji wan 70 kedkaran heyama 5 heta 6 sal pêşîneya karê wan heye û li meha Reşemeya sala 1399`an heta niha heqdestê wan ji aliyê Bajarvaniyê ve nehatiye dan.

Herwisa wî kedkarî gotiye, ku tevî ku me nerizayetiya xwe li derheq paşkevtina sê meh ji heqdestên xwe nîşan daye û bersiva hemû nerizayetiyên me, tenê yek hevok e; “Ger naxwazin ji wir herin”. Piştî 6 sal pêşîneya karkirin li Bajarvaniyê me kîder heye ku em herin?

Tevî paşkevtina sê meh ji heqdesta kedkarên Bajarvaniya Îlamê, berpirsê Pêwendiyên Giştî yê wî Bajarvaniyê gotiye: “Paşkevtina heqdestê wan 70 kedkarana li stuyê Bajarvaniyê nîne û divê ew digel xwediyên kompaniyan rû bi rû bin.

Her di vê derheqê de, kedkarên Bajarvaniya bajarê Avdanan ê girêdayê parêzgeha Îlamê, heyama 5 meh e ku heqdestê xwe vernegirtine û eva jî bûye sedema nîşandana nerizayetiya kedkaran.