Hepsiyên siyasî û olî dawî bi gereva birçîbûna xwe anîn

18:56 - 16 Îlon 2020

Hepsiyên siyasî û olî yên girtîgeha bajarê Urmiyê, piştî qebulkirina daxwaziyên wan dawî bi gereva xwe ya birçîbûnê anîn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Berêveberê giştî yê girtîngehên parêzgehê, bi Berpirs û Cihgirê girtîgeha bajarê Urmiyê ragihandiye ku daxwaziyên hepsiyên siyasî û olî cîbicî bikin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Dabînkirina kar û barên xweşbijêwiya nav girtîgehê û pêragihîştina bi karûbarên dadwerî yên hepsiyên siyasî û olî, ji daxwezên hepsiyên gerevgirtî bûye.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, ku hepsiyên gerevgirtî ragihandine ji hegera cîbicînekirina daxwaziyên me, emê dîsan dest bi gereva birçîbûnê bikin.

Roja Sêşemî 25`ê Xermananê, hepsiyên benda siyasî û olî yên girtîgeha bajarê Urmiyê, li hember xirabiya rewşa bendan dest avêtibûn bi gereva birçîbûnê.

Piştî gerevgirtina hepsiyên siyasî û olî, hêzên garda taybet û hifazeta Îtila`atê êrîş kiribûne ser hepsiyên siyasî.