Hepsiyekî xelkê bajarê Merîwanê hate îdamkirin

18:20 - 30 Hezîran 2020

Serê sibehiya îro Sêşemî 30`ê Hezîrana 2020 an, hepsiyek bi navê “Mihemed Ezîzmehmûdî”  xelkê gundê “Dizlî” a ser bi bajrê Merîwanê ku bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin, cezaya îdama wî di girtîgeha bajrê Sineyê de hate cîbicîkirin.

Ew hepsiye di temenê 23`ê saliyê ve û di sala 2018`an, di dema şer li ser pirskirikên civakî, tûşî “kuştina bizanebûn” a welatiyekî din yê bi navê “Diyako Kerîmî” bibû.

Hevla çalakvanên medenî bo girtina rezamendiya malbata xwedî kuştî bo pêşgirtin ji cîbicî kirina cezaya wî bê encam mabû û cezaya wî hepsiyê di bajarê Sineyê de hate cîbicîkirin.