Hepsiyekî siyasî yê Kurd di girtîgeha bajarê Yezdê de mirexesî danê

18:04 - 4 Hezîran 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, “Rûstem Erkiya”, hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Makûyê, di girtîgeha bajarê Yezdê de îzna mirexesiyê danê.

Ew hepsiyê siyasî rêketa 11`ê Befranbar a sala 1385`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve di bajarê Taranê de hate binçavkirin û piştre bo girtîgeha îtila`atî ya Spaha Pasdaran di bajarê Urmiyê de hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, rêketa 5`ê Sermawez a sala 1387`an, di dadgeha şoreş a bajarê Xoyê de bi serokatiya dadwer “Newrozî” bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyê Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi bê destpêragihîştin bi parêzer bi sêdarê hate cezadan û piştî nerizayetî nîşan dan bi wî cezayê, ew cezaye roja 7`ê Rêbendan a sala 1388`an, li dadgeha pêdaçûn bi 10 sal heps û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Yezdê hate kêmkirin.

Bi nerizayetiya nûnerê dadstanê bajarê Urmiyê, cezaya wî welatiyê roja 27`ê Reşeme ya sala 1388`an li 10 sal bo 20 sal heps hate zêdekirin.

 “Rûstem Erkiya”, meha Cozerdan a sala 1398`an, bo girtîgeha bajarê Yezdê hate dûrxistin û navbirî roja 1`ê Sermawez a sala 1390`an li derheq cuda nekirina hepsiyên siyasî ji hepsiyên din des avêtibû bi gereva birçîbûnê, ku piştî rizayeta berpirsên girtîgeha bajarê Yezdê digel daxwazkariya wî hepsiyê, dawî bi gerevê anîbû.