Hepsiyekî siyasî yê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de dest avête gireva birçîbûnê

18:36 - 16 Şibat 2020

Roja Şemî 26`ê Rêbendanê, “Siyamek Eşrefî”, hepsiyê siyasî yê Kurd, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, dest avête gireva birçîbûnê.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê, ew hepsiyê siyasî di nameyekê de, bo nivîsîngeha efser nîgehbanê bend, ragehand ku bi nîşaneya nerizayetî li derheq kêmtirxemiya berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê, gireva birçî bûna xwe ragihand.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew hepsiyê siyasî pêdagirî li ser wê kiriye ku heya cîbicînekirina daxwazkariyêb wî dê her girevgirtina xwe dom bike.

Rewşa tendirustî ya “Siyamek Eşrefî” xelkê gundê “Velinde” ser bi devera navendî a bajarê Urmiyê, piştî redkirina daxwazkariyên navbira bo azadkirina bê merc û girevgirtin li xwerinê, dijwar hatiye ragihand.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, roja Sêşemî, 1`ê Rêbendanê, dest avêtiye bi girevgirtinê û ragihand ku heya bi encam negihîştina daxwazkariyan dê girevaxwe dom bike.

daxwazkariya azadiya bêmerc a wî hepsiyê Kurd ji aliyê taya 9 a berêveberê tawanên dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve hatiye redkirin.

“Siyamek Eşrefî” berê endamê yek ji Partiyên dijberê hikûmeta Îranê bûye û meha Cozerdan a sala 1395, piştî zivirîn bo Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û piştre di dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de bi 5 sal û 8 mehan hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, 3 sal û 8 meh e ku di girtîgehê de ye.