Hepsiyekî Siyasî: li girtîgeha Recaî Şehr ê dezgahê çêkerê nexweşî a Şêrpencê hatiye danin

15:12 - 18 Kanûna pêşîn 2012
Ajnas Kurdpa: çavkaniyek haydar di girtîgeha “Recaî Şehr”a bajarê Kerecê eşkere kir ku li çar deverê girtîgeha han dezgahên taybet bi hinartina şepolên parazîtê kû çêkerê nexweşî a şêrpencêne danine û niha paşwe kes nikare bi telefonê qise bike.

Çavkaniyek baver pêkirî di nav zîndana “Recaî Şehr a Kerec”ê di pêywendiyek telefonî de bi Ajansa nûçeyî a Kurdpa ê ragehan: li çar devrên cihê bêhinvedanê li hevşa zîndanê, bi bilindahiya 2 mêtran têln têrdiliyê danîne û li pişta wan jibo qot kirina pêywendiyên telefonî yên hepsiyên siyasî bi derveyî zindanê, alavên taybet bi çêkirina şepolên parazîtê danine.

çavkaniya han got kû: ew pêywendiye dawîn pêywendiya girtî ên siyasî bi cîhana derveye û edî nikarin dengê xwe bigehînin derveî zindan ê.
serbarê nerazi bûna girtiyan li hember ew karê karbidestên rejîma Îranê, lê kes gohê xwe nade wan.

çavkaniyê amaja bi wê yekê kir kû hepsiyên zinadana han hemû rojê li siet 8ê sere sibê heya 10ê dikarin gel malbatên xwe qise bikin lê girtiyên siyasî li wî mafî bêparin û nikarin tevî malbatên xwe qise bikin.