Hepsiyekî siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de hewla xwekuştinê da

18:35 - 14 Hezîran 2020

Roja Înê 23`ê Cozerdan, “Riza Xuceste”, hepsiyê siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de, li hember “veguhastina wî bo benda kedkaran û liberçavnegirtina yasa cudakirina tawanan”, nerizayetiya xwe nîşan dide û hewla xwekuştinê daye. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di wî bûyera girtîgeha bajarê Urmiyê de, tevî piştrastkirina vê nûçeyê, bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew hepsiyê siyasî bi xwarina heban hewla xwekuştinê daye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Xumeynî hate veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew hepsiyê siyasî sê meh beriya niha di benda hepsiyên siyasî a bajarê Urmiyê de, bo razandingeha sê ya wî girtîgehê hate veguhastin û piştre di reketa 19`ê Cozerdan de bo benda kedkaran a girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Çavkaniya agehdar eve ji got, ew hepsiye di heyama derbasbûyî de, çend caran lin derheq jiberçavnegirtina esla cudakirina tawanan”, nerizayetiya xwe nîşan daye, lê berpirsên girtîgehê daxwazên wî hepsiyên siyasî piştguh xistine.

“Reza Xuceste” di meha Sermawez a sala 1397`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û zivistana wî salî ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêyxlû” bi tohmeta “endamê girûpa Rî Start” bi 5 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.

Cezaya wî welatiyê bi sedema nerizayetînîşandan û “xistin ber dengdan” (teslîm bi Reî) bo sê sal û 9 mehan hepsa te`izîrî hate kêmkirin.