Hepsiyekî Kurd bo rizgarbûn ji îdamê hewcehî bi yarmetiya malî heye

18:05 - 8 Îlon 2020

Hepsiyekî Kurd yê bi navê “Bêhrûz Suhrabî” kurê “Elî” û xelkê bajarê Bokanê, bo rizgarbûn ji îdamê, hewcehî bi yarmetiya malî heye.

Malbata xwedî kuştî ragihandine bi wergirtina 1 milyard û 300 milyon tumen pereyê next, dê ji “Bêhrûz Suhrabî” xweş bin.

Yek ji xizmên wî hepsiyê bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Li hegera nedana wê pereyê, cezaya îdama wî hepsiyê dê bê cîbicîkirin.

“Bêhrûz Suhrabî” sala 1394`an, li yek ji gundên bajarê Seqizê, bi sedema kuştina welatiyekê hate binçavkirin.

Ew hepsiye piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hate cezadan û niha jî di girtîgeha “Recaî Şehr” a bajarê Kerecê de ye.