Hepsiyek ji bo rizgarbûn ji sêdareyê hewcehî bi yarmetiya malî heye
18:49 - 20 Hezîran 2020
Hepsiyek bi navê “Îbrahîm Taqe” kurê “Mihemed” û xelkê bajarê Neqedê, ku bi tawana “kuştina bi zanebûn” di girtîgehê de ye, bo rizgarbûn ji cezaya îdamê hewcehî bi yarmetiya malî heye.
Malbata xwedî kuştî bona lêxweşbûn ji wî welatiyê Kurd û rizgarkirin ji îdamê, daxweza 800 milyon tumen pereyê next dikin.
“Îbrahîm Taqe” 8 sal beriya niha bi sedema şer û pevçûn digel welatiyekî din, bû bi sedema kuştina wî welatiyê.
Ew welatiyê Kurd ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve bi (Qisas) “Îdam”ê hate cezadan û heya niha di girtîgeha bajarê Neqedê de ye.