Hepsiyek di girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hate sêdaredanê

18:16 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Yekşemî 12`ê Tîrmehê, cezaya îdam kirina hepsiyekî Kurd yê bi navê “Ferzad Şukrî” xelkê gundê “Keldawud” a ser bi bajarê Srepêl Zehaw, di girtîgeha Dîzilava de hate cîbicîkirin.

Ew hepsiyê Kurd, heyamê çar salan berya niha bi tohmeta “kuştina kesekê bi awayê zanebûn” hate binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadveriyê  ve bi qisas hate cezadan.

Medyayên hikûmetê nûçeya îdamkirina wî hepsiyê Kurd di girtîgeha bajarê Kirmaşanê bilav nekirine.