Hepsiyek bi tawana “kuştin”ê bi dana diyê rizgar bû

16:58 - 7 Îlon 2020

Diya hepsiyekê bi tawana “kuştin”ê ji girtîgeha bajarê Urmiyê, bi navê “Îbrahîm Taqe” kurê Mihemed xelkê bajarê Neqedê, ji aliyê xêrxwez û çalakvanên medenî ve hate cîbicîkirin.

“Hesen Taqe” birayê wî hepsiyê di daxuyaniyekê de, bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Malbata xwedî kuştî bi wergirtina 800 milyon tumen perê next bi lêxweşbûna birayê min rizayeta xwe nîşan dan û ew pereye ji aliyê xêrxwez û çalakvanên medenî ve hatiye cîbicîkirin.

Navbirî ragihand: “Birayê min ji îdamê rizgar bûye û piştî bidawîhatina qunaxên yasayî û îdarî dosiya wî azad dibe.

“Îbrahîm Taqe” di encama şerekê de, 8 sal beriya niha welatiyek kuştibû.

Ew welatiye ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezadan û niha di girtîgeha bajarê Urmiyê de ye.