Hepsa hevwelatiyê Kurd di dadgeha pêdeçûnê de hat kêmkirin

22:16 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Cezaya hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, di dadgeha pêdeçûnê de bi 6 sal hepsa te`izîrî hate kêmkirin.

Li gorî rapora ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, cezaya 11 sal hepsa te`izîrî ya “Tehsîn Dadres” Kurdê xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê, di dadgeha pêdeçûnê ya bajarê Sine de, bi 6 sal hepsa te`izîrî hate kêmkirin.

Ev hevwelatiyê Kurd di dadgehê de bi tometa “encamdana çalakiyan li dijî ewlehiya nizamê û alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê” bi 11 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan, û piştre ev ceza di dadgeha çavdêriyê ya bajarê Sine de bi 6 sal hepsa te`izîrî hate guhertin.

Ev hevwelatiyê Kurd roja Duşemî 8`ê Gelawêja 1397`an (30`ê Tîrmeha 2018`an) piştî binçavkirin û ragirtina wî ji bo heyama 5 mehan di odeya takekesî ya Îtila`ata bajarê Sine û Merîwanê, û derbazkirina heyama 4 mehan di girtîgeha bajarê Merîwanê, bi danîn barimteya bi qasî 500 milyon Tûmenî heta dema pesendkirina cezayê wî, hate azadkirin.

“Tehsîn Dadres” di heyama binçavkirinê de, ji “mafê dîtina malbata xwe û hebûna parêzer” bêpar bûye, û hêzên îtila`atê jî ji dana bersiveke zelal derheqê çarenivîsa wî ji malbatê re xwe pasratibûn.

Şeva Pêncşemî 9`ê Sermaweza 1396`an, “Tehsîn Dadres” ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin, û piştî hefteyek binçavkirinê li îtila`ata bajarê Merîwanê ev ji bo îdareya îtila`ata bajarê Sine veguhastibûn.

Hêzên îtila`atê ev hevwelatiyê Kurd bi tometa “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyonên hikûmeta Îranê” binçavkiribûn.