Heps û lêdana qamçiyan bo 5 endamên Encûmena Kamyaranê

16:41 - 25 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: 5 endamên dewreya 4`em a şêwr (Encûmen)a bajarê Kamyaran a rojhilatê Kurdistan, bi tometa fesadiya malî (gendelî), bi 50 sal cezayê girtinê û derbeyên qmçiyan hatin mehkûm kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û piştgiriya çavkaniyên agah ên nûçeyan, Xusrow Îbrahîmî, Erdeşîr Mutîî, Bêhzad Nêgehdarî, Hîwa Mustefa pûr û Bedîi Qurbanî navê wan 5 kesan e ku bi gendeliyê hatin e tawanbar kirin.

Li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa ji zarê çavkaniyeke agah ve ragihand: Her yek ji wan tometbaran bi 10 sal heps û lêdana 80 derbên qamçiyan hatine mehkûm kirin.

Wê çavkaniya nûçeyan ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, amaje bi vê yekê jî kiriye ku beriya niha bi 8 mehan, ew fesadiya madî aşkere bibû. Tê gotin pereyekî yek car zor ji aliyê wan 5 kesan ve hatiye dizîn ku jiber zêdebûna bêrêje ya diravê hatî winda kirin, dozgerî amade nebûye wê gendeliyê zelal bike.

Pirsgirêk û nakokiyên endamên nû yên encûmena bajarê Kamyaranê gihiştiye vê astê ku çandîn car bi sedema amade nebûna wan endamên fesdaker, civîn nehatine lidar xistin.

Li ser wê pirsê Abidîn Mustefapûr- Berpirsê şêwr (encûmena) kamyaran, peyamnêrê Kurdpa re gotibû: Hejmarek ji emdamên wê Encûmenê hazir nebûne da bi riya gotûbêjan ligel wan, pirsgirêkên bajêr bêne çareser kirin.
Navborî tevî rûniştina ligel endamên Encûmena bajarê kamyaran bo çareser kirina pirsgirkan, amaje bi vê yekê jî kiribû ku hekî bi wî awayî arîşe berdewam bin, divê em benda hilweşîna Encûmenê bimîn in.