Hemwelatiyekî Yaristanî bi neçarî axa Kurdistanê bicih dihêle

20:08 - 2 Kanûna Paşîn 2016
Kurdpa: Sepandina gilînameya dadweriyê biser hemwelatiyekî Kurd li bajarê Kirmaşanê, bû sedem ku ev hemwelatî axa Kurdistanê bicih bihêle.

Ligorî nûçeyua gehiştî destê Kurdpayê, hêza Întizamî ya bajarê Kirmaşanê, gilîname û keyseke dadweriyê bo “Ferhad Moradî” yê karsazê zanîngeha “Razî” yê Kirmaşanê pêk anî.

Hiraseta zanîngehê piştî vê ku Ferhad Moradî gazî dike, wî ji biryara derixstina jiser kar haydar dike.

\"29264.jpg\"
Navbirî ku xwediyê bawerînameya “Endaziyariya Omran”ê li zanîngeha Kirmaşanê ye, bi tometa “ Bêrêzî û pirupagande ya li dijî nizamê” ji aliyê hêza Întizamî ve ketiye ber sikalayê.

Ferhad Moradî yê 35 salî ji Kurdpayê re axovî û ragehand ku, piştî ku hatim binçavkirin, bi dana rehînê serbest hatim berdan û, pişt re min welat bi cih hêla û niha li welatê Norwêjê akincî me.

Navbirî serbarê vê ku tometên weke “Pişikdarî û hemahengiya di meşên nerazînûnê” ên dezgeha dadweriyê ret dike, radigehîne ku, min tenê weke hemwelatiyekî Kurd ê peyrewa olê Yarisan, ji mafên parek ji xelkê Kurdistanê berevanî kiriye.

Eva di demekê de ye ku di çend heyvên derbazbûyî de, zext û giwaşên ser hemwelatiyên Yarisanî li Kirmaşanê ber bi zêdebûnê ve çû ne û, her di vê derheqê de jî “Seyîd Emîn Ebas” çalakê “Civaka medenî” û herweha endamê “Civata şêvirmendî yê çalakên medenî yên Yarisanan”ê jî, bo îdareya Îtilaatê hatiye gazîkirin û lêkoln jê hatine kirin.

Her di vê derheqê de jî “Elî Mêhrabî” dibêje ku, di Îranê de civaka Yarisanan bi sedema du şunasên Kurdbûn û Yarîbûnê ve, ji aliyê deshilatê ve dikevin bin zulm û sitema zêdetir.