Hemwelatiyekî xelkê Srdeştê, li Mehabadê hate îdamkirin

17:22 - 25 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Dezgeha Dadweriyê ya hikûmeta Îslamiya Îranê, li bajarê Mehabadê hukmê îdama hevwelatiyekî Kurd xelkê Serdeştê bi rê ve bir.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, sibehiya roja borî 4’ê Sermawezê, hevwelatiyekî Kurd li girtîgeha nawendî ya Urmiyê de hate bidarvekirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragehandiye ku, navbirî jin û sê zarok hene, û di sala 1392’an de, bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişberji aliyê Dadgeha Înqilab ya bajarê Mehabadê ve di girtîgehê de hatiye ragirtin.

Li gora gotina yek ji kesên nêzîk ên navbirî, wî di dema dadgehîkiirnê de, hemû ew tohmetên li ser xwe, ret kiribû.

Herwisa roja 24’ê Xezelwerê berpirsyarên girtîgeha “Derya” ya Urmiyê, hukmê îdama 5 hevwelatiyên Kurd bi rê ve biribûn.

Pêştir Ajansa Kurdpa, navê wan pên hevwelatiyên îdamkirî “Kerem Qulîzade, Mehkûm Îjek kurêl Kazim, Arif Îsma’îlî, Fayiq Abidî, û Cewad Esxerî ragehandibû.

Herwisa di nawerasta meha borî de, Dezgeha Dadwerî hukmê sê hevwelatiyên din ên Kurd li bajarên Qezwîn û Qurwe de bi rê ve biribû.

Di heyama 15 rojên borî de, eva cara heştê ye, ku hukmê îdama hevwelatiyên Kurd ji aliyê Dezgeha Qezayî ya Hikûmeta Îslamî ya Îranê ve bi rê ve diçe.