Hemwelatiyekî Kurd li bajarê Sinê dawî bi jiyana xwe anî

14:50 - 23 Çirriya paşîn 2016
Ajnsa Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd di bajarê Sineyê de, bi sebeba pirsgirêkên bêkariyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa Kurdpa; roja Sêşemiyê 2’ê Sermawerzê “Hamîd. R” dawî bi jiyana xwe aniye, herwiha navbirî xwedî du zarokan e.

Herwiha di hefteya borî de, kolberekî din yê Kurd xelkê gundê “Enbê” a ser bi navçeya Tergewer a bajarê Urmiyê bi nave “Ferhad Ebaspûr” ku temenê wî 44 salî bû, ji ber ku nekarîbû bijîwa jiyana xwe dabîn bike, dawî bi jiyana xwe anî.

Di Îranê de asta bêkariyê her ku dice, zîdetir dibe, ku ev yeke jî dibe sebeb ku gellek kes bêçare bimînin, û dawî bi jiana xwe bînin.