Hemwelatiyekî bajarê Seqizê hate îdamkirin

17:11 - 13 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Sêhemîn hemwelatiyê Kurd di heyva Sermawezê de ji aliyê Dezgeha Dadweriyê, ya hikûmeta Îranê ve li bajarê Meraxê hate bidarvekirin.

Li gorî nûçeya gehiştî Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, sipêdeya roja Duşemî berwarê 12’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, cezaya bidarvekirinê yê hemwelatiyekî bajarê Seqizê, li girtîgeha nawendî ya bajarê Meraxê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojhelat, hate cîbicîkirin.

Nûçegihanê Kurdpayê li bajarê Seqizê ve ragehand ku, “Silêman Kake Ellanijad yê temen 33 salî, kurê Haşim, navê ew hemwelatiyê Seqizî ye ku li Meraxê hatiye îdamkirin.

Her di vê derheqê de hatiye ragehandin ku Silêman Kake Ellahnijad yê temen 33 salî, xêzandar e û xwediyê keçek temen 4 salî ye.

Nûçegihanê Kurdpayê herweha ragehand ku, navbirî sala 1391’an a Rojî, bi tawana bazirganiya bi madeyên hişber hatibû destbiserkirin û taya Dadgeha Şoreşê li bajarê Meraxê bi serokatiya Qazî “Xefarî” ve bi cezaya îdamê hatibû mehkûmkirin.

Rêkxistina Mafê Mirovan a Îranê di vê derheqê de eşkere kir ku dadgeha şoreşê ya bajarê Meraxê, Silêman bi tawana bazirganiya bi 1 Kîlo û 50 Girem madeya hişber ve, bi cezaya Îdamê mehkûm kiriye.

Çavkaniyekî nêzîk ji Silêman eşekere kir ku, di dema dadgehîkirinê de, Silêman tawana xwe bi tomet dabû zanîn û ret kiribû.

Ji aliyeke din ve yek ji hevdosiyeyên Silêman bi navê “Yûsif Bexşûde” yê xelkê bajarê “Diwanderê” jî, bo odeya takekesî hatiye veguhaztin, lê hukmê îdama wî nehatiye cîbicîkirin.

Li gorî amara tomarkirî ji aliyê Nawenda Nûçegihaniya Kurdpa yê ve, di 22 rojên derbazbûyî de, eva Sêhemîn hemwelatiyê Kurd e ku, ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve tê bidarvekirin.