Hemwelatiyek Kurd hate kuştin

15:44 - 21 Gulan 2012
kuurpa: Du rojan berî niha hemwelatiyek xelkê Sinê li ser bilindahiyên çiyayê Awyer li nêzîk bajarê Sinê ji aliyê çend kesan ve hate kuştin.

Li gorî rapora nûçegihaniya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li bajarê Sine “Eyûb Tarî” temen 32 sal kurê Hebîbullah li çiyayê Awyer ji aliyê çend kesên nenas ve bi derbên kêran hate kuştin.

Eyub Tarî jin û zarokên wê hene, û akinciyê Şehreka Beharan ya Sinê bû.
Li gorî zanyariyan li wan du mehan de 6 kes li herêmên Kurd akincî bi awayên bi şik û guman hatine kuştin.