Hemwelatiyek bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da

19:42 - 14 Nîsan 2012
kurdpa: Çend roj berî niha li bajarê Şino kedkarekê li dema karkirinê de bi sedema ketine xwarê ji bilindahiyekê canê xwe ji dest da

Selah Qasimî temen 35 sal û kedkareke projeya “Mesken Mêhr” li bajarê Şinoyê bi sedema ketine xwarê li qata sêyemîn yek ji wan bînayan e ku canê xwe ji dest da.

Malpera komîteya hewdengî bo pêkanîna damezraweyên kedkarî ên Kurd bi navê Ebdulla Turkemen xelkê gundê Mîlan ya ser bi bajarê Maku li kargehek xwedîkirina peleweran canê xwe ji dest da û herweha kedkarek din jî bi navê Ebdulhemîd Salih Qani’, xelkê Seqiz li dema karkirinê de li gundê melqerenî li kanghek keviran, bi sedema karkirinê canê xwe ji dest da.