Hemwelatiyê Baneyî hovîtiyên rejîma Îranê bê bersiv nahêlin

16:48 - 7 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li dijî kuştina kolberan û kasibkarên Kurd, hevwelatiyên Baneyî wê dest bi meşeke nerazîbûnê bikin.

Hejmarek ji çalakên medenî di Banê de dest kirine bi rêxistina kempeynekê li jêr navê “em hemû desngê kolberên li ser sînoran in”, û bi vî rengî dixwazin meşeke berfireh li dijî kuştina kolber û kasibkaran li ser sînor rê bixin.

Çalakên vê kempeynê daxwaz ji hevwelatiyên Baneyî kirin ku roja Şemiyê17’ê Rezberê bi daxistina dukan û bazaran, beşdariyê bikin di gireva giştî de.

Kolberî wekî karê herî metirsîdar ê hevwelatiyên ser sînor e, û tenê çavkaniya dahata xelkê ye.

“Tunebûna sermayedanînê ji aliyê dewletê ve, nebûna kargehan û nebûna siyasetên handana bo sermayeguzariyê” wekî sedema rûkirina Kurdan bo karê kolberiyê tê hesibandin.

Serbarê domhebûna kuştara kolberên Kurd ji aliyê hêza Întizamî ve, û mehkûmkirina wê ji aliyê nawendên mafê mirovan ve, lê heya niha jî rejîma Îranê dijkiryar bi vê pirsê nîşan nedaye, û carna jî biryara teqeya rasterast jî didin hêzên xwe, û bi vî awayî kolberan bi bê lêpirsîn li ser sînoran dikujin.