Hemwelatî û çalakên sivîl yên Kurdistanê piştgirî ji daxwazên Merîwaniyan kirin

21:26 - 8 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji hemwelatiyên çalakên civaka sivîl yên Kurdistan di daxuyaniyekê de, piştgiriya xwe ji bo daxwazên hemwelatiyên Merîwanî îlan kirin.

Li gor rapora gihiştiye nûçegihaniya Ajansa Kurdpayê,hemwelatî û çalakên civaka sivîl a Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyekê xwastin ku bi awayeke bilez li ser rewşa rêya Merîwan û Sineyê pêdagirî were kirin.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Di van salên dawiyê de, bi baldana bi vegeşîna bêserûber di warê danûstandinên aborî li ser sînoran, û di asta navneteweyî de, bi taybetî di warê êmkanatên jêrxanan, û riyên azad, û mîhwerên nawendî ên êmin û standard û hatûçûna wesayitên veguhastinên ên ne standard, û zêde ji asta pêşbînîkirî, ên riya kevn a Merîwanê, mixabin gellek caran em şahidên rûdawên karesatbar ên hatûçûnê dibin, ku xwediyê encamên canî û rewanî ên zêde ji qasê ne, mixabin em dibînin heya niha çalakên medenî ên Merîwanê gellek êşiyane, û daxwaz dikin ku ew rewşa nebaş bi dawî were, û hewldan hebin bona standardkirina riya Merîwan û Sinê”.

Herwiha ji aliyekî din ve,di roja Înê 16’ê Oktobrê de,di çalakiya nerazîbûna berê ya hemwelatiyên Merîwanê,hêzên “dijîşoreş”ê, bi geriyana di nava bajarê Merîwanê de manor didan.

Roja Pêncşemiyê 15’ê Oktobrê,hemwelatiyên Merîwanê di nerazîbûyîna li dijî hatin û çûyîna tankêrên anîn û birina sotemeniyê di rêyên vê parêzgehê de,di felekeya “Bîsaranî”bi awayekî girseyî xwepêşandan bi rê ve birin.

Piştî birêveçûyîna xwepêşandana girseyî a ji aliyê hemwelatiyên Merîwanê,hejmarek ji kesan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Hinek çavkanî nîşan didin ku hejmara wan kesên hatine binçavkirin, zêdetir ji 10 kesî ye.

Herwiha 5 kes ji çalakên kempêyna “Ne bo tankêrên mirinê”yê bi navê Artîn Hesenzade, Bihar Arifî Şêx,Sîran Xornika,Rojîn Rizayî û Adil Reşîdî ji aliyê hêzên ewlehiyê we hatine binçavkirin.

Dezgeha Qezayî ya Merîwanê bo azadkirina wan çalakên kempêyina “Ne bo tankêrên mirinê” daxwaza zimaneta 50 milyon tûmenî kiriye.