Hêmin Qeredaxî bi danîna barimteyê hate azadkirin

19:07 - 13 Îlon 2021

Roja Yekşemî 21`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Qeredaxî”, kurê Husên û xelkê gundê “Îndirqaş” ê ser bi beşa navendî ya girêdayê bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wî hate azadkirin

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî êrîşkirine ser gundê “Îndirqaş”ê û “Hêmin Qeredaxî”, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî û di dûkana xwe de, hatiye binçavkirin.  

“Hêmin Qeredaxî”, di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û îşkenceyê hatibû.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî  welatiyê de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.