Helvîsta ecêba dezgeha Moxabirata Îlam ser welatiyên gundik

13:28 - 20 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: li yekik ji gundên dewera Îlam, xêncî hindê ku kablê Telefona wan qetiyaye, ji aliyê dezgeha Moxabiratê de diraf ji wan tê sitandin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; bi hegera pirsgirêka nawbera 2 senterên hukûmî de li şarê Bedre li parêzgeha Îlam, welatiyên Kurd ji xizmetkariya Telefon bê par kirine.

Gundê 60 maliya Ban Hêlan, ku kablê Telefona wan hatiye dizîn, dezgeha Moxabirata şarê Bedre, bi maina nebûna emniyeta xetên kablên Telefonê, ji kêşana kablê xeta Telefonê bo vî gundî xwe radigoze.

\"18420.jpg\"
Gundê Ban Hêlan li şarê Bedre li parêzgeha Îlam
Berpirsê şorayê gundê Ban Hêlan, xêncî şanî dana nigeraniya xwe li vê rewşê, dibêje: dezgeha Muxabirat ragihandiye; ku gere hêzên intizamî, bi dû peyda kirina wan kablên hatî dizîn bikevin, lê wan hêzan çi bersivik bi me nedane.

Nûçe gihaniya ISNA ji zimanê ( Ayetullah Seferxanî), weşandiye: çima em gere dirafê Telefonê bidin, li rewşik de ku 2 heyve xetên Telefonên me qet bûne.

Bedre li nîweka heyva Pûşpera îsal de, bi fermî bû şar û hevdem tûşî pirsgirêkên sîsstem û bingêhn dezgehî, bêhdaşt û bîkariyê jî bûye .

Pêştir jî 2 gundê 400 maliya Hezar Kaniyan û Nisareya serî li dewera şarê Dîwanderê, bi hegera hindê ku hejmarik ji welatiyan nekarîna dirafê berqa xwe bidin, ji aliyê dezgeha av û berqê de, berqa wan qet kiribûn.