Helmeta paqijkirina xweza û ekolojî li Kurdistanê didome

15:44 - 13 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya paqijkirin û parastina xwezayê li rojhilatê Kurdistanê, şêniyên gundên Palingan ê ser bi Pawe, li cadeya “Wîmîr” û derdora wê 5 ton zibil berhev kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 10`ê nîsan (avrîl) a 2015`an, di hereketek bi coş ya xwezahezkirî de, gundiyên Palingan a ser bi kamyarana rojhilatê Kurdistanê, siruşta xweşik a wî gunî û gundên derdorê li zibilan paqij kirin.

Bi gotina birêve berên helmeta jîngehparêzî; ew çalakiya parastina xweza û ekolojî, bi armanca temîz xwedî kirina xweza û paqijmayîna ava çem û kaniyên Kurdistanê, tê encam dan.

Her wê çavkaniya nûçeyan îşare bi vê yekê jî kir ku zêdeyî 5 hezar kîs û naylûnên ziblan û lepik li ser hezkiriyên xwezayê de hat in parvekirin ku piştre 5 ton zibil ê bi cî mayî ji turîstan, ji xwsezaya bedev a Kurdistanê hat durxist in.

Gundê Palingan yek ji gundên seyahetî û cihê geştyaran e ku li 45 km Kamyarana parêzgeha Sine û nêzî devera Hewraman bi cih bûye.

Emar Qadir: Bo parastina jîngehê ez botlên avê kom dikim
Ji aliyekî din ve yek ji hezkiriyên suriştê (Emar Qadir) bi nurayetiya Encumena Jîngehparêziya Bayîngan, botlên ava maden a mifah jê hatî wergirtî, ji derdora cadeya Paweya rojhilatê Kurdistanê berhev kirin.

Wî civanê dustê xweza û suriştê, di bersiva vê pirsê ya peyamnêrê Kurdpa de ku gelo! armanca te ji wî karî çi bû? de got: “Dema min wêneyên nehez û kirêt yên ziblan li ser ekranên televizyona Selam a pawe mêzekir, min nekarîbû ez xwe hember qirêj û gemar kirina xwezaya xweşik a Kurdistanê rabigrim ku ew bû sedem da ez wê çalakiyê bi rê ve bibim.”

Her wî xortî (Emar Qadir) amaje bi vê yekê jî kir ku ez dê wan botlên bi cih mayî ji geştiyaran, bo avdana şitlên daran bikar bîn im.

Cadeya “Wîmîr” yek ji rê û banên pir hat û çû yên bajarê Paweya rojhilatê Kurdistanê ye ku hersal sedemên buharê bi zibil û tiştên kêrnehatî yên turîstan pîs û gemarî dibe. Ew di demekê de ye ku karbidestên hikûmeta Îranê ne tenê hewlekî bo parastina xwezaya Kurdistanê encam nadin, heta carna çalakvanên jîngeh parêz binçav jî dikin.

\"25950.jpg\"

\"25951.jpg\"

\"25952.jpg\"