Helbestvanên Kurd di rojavayeke payîzî de bûn mêwanên Merîwanê+Wêne

19:49 - 6 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi pişikdariya hejmarek berçav ya helbestvanan, şevbêrkek helbestan, di hola çandî – Hunerî a Merîwanê de birêve çû.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şevbêrkek helbestan ji aliyê encûmena çandî - huneriya “Evîn” li Merîwana rojhaletê kurdistanê, jêr navê”rojavayeke Payîzî” de, bi beşdariya helbestvanên Kurd ên bajarên Sine, Mehabd, Dîwandere, Merîwan û Siqizê, hat lidar xistin.”

Ew şevbêrak helbestan, ku êvareya Pênc şemî 4 Çileya Pêşîn a 2014 ‘an, birêve çû, helbestên ku hatibûn amedekirin ji aliyê Encûmena çandî û huneriya Merîwanê we hatin xwendin.

Aram Fethî, helbestvanê Kurd ê bajarê Merîwanê û yeke ji birêveberê wê şevbihurka şêirî ragihand: Cemşîd Aryana, Selam Nebatî, Mihemed Daniş, Mujde Azerî, Firûzan Babayî Nejad, Xezal Kerîmî, ebûbekir Rawend, Aram Fethî, Soran Husênî, Kamîl Dawerî, Eyûb Hevbîn, şadî Seidullahî, Hadî Teberzed û Ferhad Remezanfer ji helbestvanên Merîwanê, Mîlad Emanullahî ji Siqizê, zohre Sewlî û Sirwe Mecîdî, mêwamên Sine û herweha Simayîl Ezemî û Nasir Yezdanî ji bajarê Dîwandere û Ebûbeki Ezîziyan jî, ji Mehabadê , pişikadariya wê semînara helbestan kiribûn.

\"23473.jpg\"
Aram Fethî helbestvanê merîwanî û Yeke ji birêveberê şevbêrka helbestvanan
Şevbêrka şêir a“rojavaya Payîzekî, ji aliyê alîgirê hezkiriyên Edebî ên Merîwanê ve pêşwazî jê hat kirin û helbestvanan di coşe û kelecaneke taybet de, şevbêrka helbestan domand in.

Şevbêrka han ku heya demjmêr 11 ê şev dirêje hebû, helbestvanan bi dengê mûzîkê, helbestên xwe pêşkêşî kesên beşdarbûyî kirin.

Encûmena çandî-hunerî a Evîn li Merîwanê, di heyamê salên borî de, bi dehan şevbêrkên helbestan, xol (dwere) ên perwerdeya ziman, kombûnên Edebî, mehrîcan, fistîval û semînarên cûr bi cûr ên çandî û hunerî deheq zinman û edebiyata Kurdî de lidar xistiye ku ji aliyê xelkê ve pêşwaziyeke bi coş jê hatiye kirin.
\"23467.jpg\"

\"23465.jpg\"

\"23468.jpg\"

\"23472.jpg\"

\"23471.jpg\"

\"23469.jpg\"

\"23475.jpg\"