Helbestvan Ferhad Îçmo koça dawiyê kir

21:22 - 11 Hezîran 2017
Ajansa Kurdpa: Helbestvanê navdar ê Kurd Ferhadê Îçmo ku xelkê Rojavaya Kurdistanê bû, koça dawiyê kir.

Navbirî piştî demeke dirêj berxwedana di hemberî nexweşiyê de, roja Pêncşemiyê 8ê Hezîranê wexera dawiyê kir, û xizmeta bi çand û helbesta Kurdî ji rêvîngîn vê rêbazç re cî hêla.

Helbestvan Ferhad Îbrahîmê Îçmo sala 1961ê li Qamişlo ji dayîk bûye, wî li Helebê xwendina xwe bi dawî aniye, û sala 1984an bûye Endazyar, destpêkê wî dest bi sazvaniyê kiriye (Tenbûr – Biziq - Ûd - û Gîtar). Gellek hunermendan helbestên wî strandin, mîna : Mihemed Şêxo - Beha Şêxo – Selah Osê – Adil Hiznî - Îmad Fettah - Îsmayîl Cimie .

Di dirêjahiya jiyana xwe de wî 8 dîwanên helbestan çap kirine, ku ji wan 2 dîwanên helbestan ên zarokan in.

Di 19ê meha Hizêrana 2016ê de wî berê xwe dabû Hewlêrê, û piştî neştegeriyê vegeriya Qamişlo, lê roj bi roj rewşa tenduristiya wî xirab dibû, û mixabin roja 8ê vê meha li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Di xatirxwastina wî ya dawî de bi sedan heval û hezkiriyên helbestvanê Kurd beşdar bûn, û dane nîşandan ku helbestvan Ferhadê Içmo yek ji kesayetan e ku bandoreke mezin li ser çand, û helbesta Kurdî kiriye.