Helbestên Helbestvanê Kurd Baba Tahir Hemedanî bi zaravê Soranî hatine wergêran

21:30 - 18 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 4’ beytiyên Baba Tahir Hemedanî ji aliyê Rehîm Luqmanî helbestvan, nivîskar û lêkolerê Kurd bo ser zaravê Soranî hatin wergerandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Helbestên Baba Tahirê Hemedanî li zaravê Kurdî yê Lurî û Goranî ji aliyê Rehîm Luqmanî bo ser zaravê Soranî hate wergerandin û ji aliyê çapemeniya zanistî ya bajarê Sinê bi tîraja 2000’an hatin çap û bilav kirin.

Luqmanî li ser vê baweriyê ye, goherîna helbestên Baba Tahir bo ser zaravê Soranî , hin ji şik û guman û şêwandina ziman û hizir û rêçkeya Baba Tahir ku bi dirêjiya dîrokê hatine şêvandin , bo me rast dike û vê yekê dide îsbat kirin ku helbestvanê Mezin Kurd e û yek ji rêberê Ola Yarsaniyan bûye.

Nivîskarê Kurd li destpêka pirtûka xwe de li derheq bi kesayetiya vî de dinivîse:Li gorî hin çavkaniyan , Baba Tahir li serdemê deshilata Tuxrulê Silcûqî de li sedsala 5’an de jiyan kiriye.
Şahê Silcûqî gelek rêz jibo vî hebûye û vê yekê em dikarin li gorî belegeyên dîrokî bidin îsbat kirin. Baba Tahir li Sedsala 4’ê ya heyvî de ji dayîk bûye û di niwîya sedsala 5’an de li Hemedanê miriye û termê vî li bajarê Hemedanê bi axê hatiye teslîm kirin.

Rehîm Luqmanî, helbestvanê mezin yê Kurd li sala 1340’an ya rojî li bajarê Seqizê ji dayik bûye û li bajarê Sinê mamostayê wêjeya farsî ye..