Hekirên Îranî nifûz kirine nav sîstemên bankî ên Amerîkayê de

00:00 - 25 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Pênc kesên Îranî di sala 2013’an de karîne ku nifûzê bikin nav programên kampiyoterî ên banekên Amerîkayî û sîstema çavdêriya bendavekê, li nêzî bajarê New Yorkê.

Nûçegihaniya Royetrzê ragehandye ku tê çaverêkirin ku Amerîka hekirên Îranî bi awayekî fermî bi êrîşa Saybêrî bo ser bendavekê û çend bankên Amerîkayî di salên 2012 û 2013’an de tawanbar bike.
Di vê derheqê de Wezareta Dozgeriya Amerîkayê dosyeyek amade kiriye, ku navê pênc Îraniyan tê de heye.

sê sal berî niha Amerîkayê girûpeke hêzên çekdar ên welatê çînê jî bi êrîşa saybirî bo ser hinek sîstemên kampiyoterî ên xwe tawanbar kiribû.

Barak Obama jî êrîşa asaybirî ya Kureya Bakur li dijî şîrketa fîlmsaziya “Sonî” ku fîlmeke Komêdî li ser Kîm Cong Un çêkiribû, şermezar kir.

Berî niha berdevkê Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî gotibû ku em çalakiyên xirabkarane li torên civakî de cidî werdigrin, û hemû îmkanên ku di destên me de hene, bi kar tînin, bona pêşîgirtina ji wna êrîşan.

Di van salên dawiyê de êrîşên saybirî li dijî binesaziyan, û bank û nawendên darayî ên Amerîkayê bi awayekî berbçav zêde bûye, û ew yek cihê nîgeraniya berpirsyarên Amerîkayî ye.