Hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê rastî teqeyê hatin

16:57 - 17 Şibat 2020

Roja Yekşemî 27`ê Rêbendanê, hejmarek ji kolberên Kurd li sînorê Newsûdê a ser bi bajarê Paweyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî gullereşandina rasterast hatin.

Di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmî de kolberek, yê bi navê “Ehmed Sehrayî” yê temen 24 salî û kurê “Mu`imîn” xelkê gundê “Dişe” a bajarê Paweyê, canê xwe ji dest da.

Hewdem çend kolberên din yên bi navên “Ezîm Emînzade” xelkê gundê “nirwê”, “Cebar Mihemedî, Zahid Nûrî, Celal Nûrî, Şahid Edak, Resûl Hoşî, Şadman Seyîdî” xelkê gundê “Kilaş” a ser bi bajarê Ciwanroyê û “Teha Selmanî” hate birîndarkirin.

Ew kolberane bi bê agehdariya berê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmî ve, rastî gullereşandinê hatin.

Kolberên birîndarbûyî jî, bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî a Newsûdê hatine veguhastin û piştre bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatine veguhastin.