Hejmara çalakvanên medenî yên binçavkirî li bajarê Sineyê bûne 4 kes

18:19 - 25 Nîsan 2021

Li dirêjeya binçavkirina çalakvanên medenî li bajarê Sineyê, roja Şemî 4`ê Banemerê, çalakvanekî din yê medenî yê bi navê “Mehdî Seyfî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî êrîşî li ser mala wî çalakvanê medenî kirine û navbirî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirine.

“Mehdî Seyfî” ku endamê kempêna “Jiyaneweyê Kurdistan” e, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin. 

Di wê derheqê de, 3 endamên din yên kempêna “Jiyanewey Kurdistan” yên bi navên “Etaullah Rizarebabî”, Merziye Xulamweysî” û “Sîrwan Ebdullahî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatîne veguhastin.