Hejimarek Selefî li bajarê Ciwanroyê hatin girtin

13:46 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Çend kes ji Selefiyan li bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê, hatin binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Sibêdeya roja Sêşem 9’ê Nîsanê hejimarek ji Selefiyên bajarê Ciwanroyê di nava malaên xwe li nêzîk Mizgewta “Qadirî” ji aliyê hêzên Întizamî hatin girtin.

Navê yek ji wan Selefiyan “Mikayîl Tavguzî”kurê Qasim hatiye ragehandin.
Hemû ew kesena di dema girtinê de çek cem wan hebûne.
Heta dema bilav bûna vê nûçeyê ji hejmar û cihê ragirtina wan çi zaniyariyek li berdet de niye.

berwar 19’ê Çileya Paşîn a 2012’an welatiyek Kurd binavê “Yasir Husêynî”kurê Tofîq li bajarê Ciwanroyê ji aliyê 2 mator siwaran bi hinceta bilind bûna dengê zebta tirombêlê,li ber deriyê mala vî li bajarê Ciwanroyê agir berdanê.