Hejimarek ji Mamosta û çelengên sivîl ên Piranşehrê daxuyanîyek bilav kirin

15:50 - 13 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji Mamosta û çelengên sivîl ên bajarê Pîranşehrê seba kêmtirxemî û xemsariya berpirsyarên Wezareta Perwerde a rejîma Îranê daxwaz mangirtinekî giştî li Kurdistanê dikin.

Di pişkek ji vê daxuyaniyê de hatiye: di çaxekê de ku, nûçeya bûyera xwendingeha Şînawê li hemû Pîranşehrê bilav bûye,karvedana wezîrê Perwerde a rejîmê li çend rojên bihorî de li derheq bûyera han di Parlemana Îranê û berengar bûn di gel daxwaza parlemantoyên Kurd, derheq ji destberdana wezîrê Perwerdê, bûye cihê narazîbûna hemû xelk û aliyan. Em wek Mamosta û çelengên bajarê Pîranşehrê, biryara wezîrê Perwerdê bi minakek ji xemsarî û xwederbaz kirinê li hember bûyera han dizanin û îdane dikin.

di pişkek din a vê daxuyaniyê de hatiye :
Em daxwazê ji hemû xelkê Pîranşehrê û gundên ser bi wî bajarî dikin jibo hevxemî li gel malbatên can gorîyê bûyera han û pêş girtin ji çêbûna karesatên din li pêşerojê de, narazî bûna giştî û sivîl a xwe bi neşandina zarokên xwe bo xwendingehan di roja Şemîyê berwar25ê Sermawezê nîşan biden.