Hejimara Penaperên Sûrî Milyonek derbas kir

14:24 - 7 Adar 2013
Ajansa Kurdpa:Piştî berfirh bûna şer û aloziyên Sûriyê,bi hezaran welatiyên wî welatî bo welatên cîran koçber bûne û rêjeya wan ji 1 milyon kesî derbas bûye.

Roja Çarşemiyê 6’ê Adara 2013’an “Antonyo Gotrês” komîsêrê bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Penaberan li “Jinv”ê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ji ber tundiya dewleta Esed, hejmara welatiyên Sûrî yên ku welatê xwe bi cî hêlştine gîhiştiye milyonek kesî.

Di heman daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku,bi mîlyonan welatiyên Sûrî li nava axa welatê xwe jî koçber bûne û di rewşeke xerap de debara jiyana xwe dikin.

\"11434.jpg\"
Hêjayî gotinê ye ku, penaberên  Sûrî yên ku ji ber şer û pevçûnan welatê xwe bi cî hêlane piraniya wan berên xwe dane welatên Lubnan, Urdun, Turkiye, Êraq û Misrê û çendîn welatên Efrîqa û Ewrûpayê.

Berêjî Navî Pîlay komîsera bilin a mafên mirova N.Yekbûyî bilav kiribû ku li gor dawîn lêkolînê ku 5’ mehan hatiye encamp dan, li berwar 20’ê Adara 2011’an heya 30’ê Çiriya Paşîn a 2012’an 59 hezar û 648 kes ji welatê Sûriyê hatine kuştin.