Hejar û destengiyê du kes kirin qurbanî

21:41 - 9 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Hejarî û desteng, û bêkariya di Îranê de, roj bi rojê di vegeşînê de ye, û hevwelatî dibin qurbanî. Di heyama hefteya borî de 2 hemwelatî bûne qurbaniyê vê diyardeyê.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, hevwelatiyekî Kurd li bajarê Kengawerê ya parêzgeha Kirmaşanê de, bi navê hemîd reza Meqsûdînijad bi sedema destengiyê dawî bi jiyana xwe anî.

Parêzgeha Kirmaşanê bi yek ji wan parêzgehên dewlemend ên Îranê tê hesibandin ku bi sedema emniyetîbûna bajar, hejmoniya Farsan, Kurd li vî bajarî de wekî pile du têne dîtin.

Her di vê derheqê de çend rojan berî niha jineke Sineyî temen 30 salî bi navê “E.M” bi sedema destengiyê dawî bi jiyana xwe anî.
Roja 18’ê Reşemê jî keçeke temen 18 salî bi navê “F” li taxa Beharistana Jêrîn li Seqizê dawî bi jiyana xwe anî.

Karnasên karûbarên civakî kêşeya bêkarî û destengiyê wekî sedema herî sereke ya xwekuştina hevwelatiyan bi nav dikin.