Hejamreke kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

20:56 - 29 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hejmareke kolberên Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Pîranşarê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, komek kolberên Kurd li devera Seçoman a girêdayî bajarê Pîranşarê, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatin û di encamê de, hejmarek kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin.

Nasnameya du kes ji van kolberên Kurd yên ku di vê bûyarê de canê xwe jidest dane wiha ne, “Xalid Selîmî xelkê bajarê Serdeştê û Akam Bardêl xelkê bajarê Mehabadê ne.

Herwisa derheq nasnameya kolberên din yên ku di vê bûyerê de zirar dîtine heya niha tu zanyariyek ber dest nine.

Ev kolberane bi bê hişdariya pêştir ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran, bûne armanca rasterast ya gulleyên wan.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 6`ê Cozerdanê, kolberekî din yê Kurd yê bi navê Nasir Eleviyan, temen 55 salî û xelkê gundê Miyanê, ku rûnştiyê bajarê Merîwanê bû, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî bi dijwarî birîndar bibû.

Wêne: Akam bardêl û Xalid Selîmî