Hêj alî û sedemên bûyera Dalaho ne zelal in

23:32 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Daxuyaniyên berpirs û rayedarên Hikûmeta Îslamî ya Îranê derbarê bûyerên navçeya Rêjaw a Kirmaşanê dijhev in.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihanî ya Kurdpa, rêveberê giştî yê ewlekariya parêzgarê Kirmaşanê derbarê hêriş û teqekiri ji karwanê berpirsên hikûmetî li bajarê Dalaho, ragehandiye ku nasname û sedemên encamdana bikerên wê kiryarê hêj ne diyar e.
Bi gotina vî berpirsî, lêjneyek bi serokatiya Elaedîn Birucêrdî, Berprisê Komîsiyona Ewlekariya Netewî ya Meclîsa Îslamî pêk hatiye.

Helwêsta Baram Fezîlzade hevdem e ligel daxuyaniyên çend kesayetiyên huqûqî û berçav li Îranê ku rasterast hêzên kurdî yên opozîsyona Hikûmeta Îslamî weke tawanbarê sereke yê vê bûyerê didin nasîn.

Di vê derbarê de, nûnerekî Meclîsê li bajarê Kirmaşanê ji Nûçegihaniya Tesnîm ku malpereke nêzîk Sipaha Pasdaran e, wiha gotiye : « Tê pêşdîtinkirin ku ev kiryar ji aliyê girûpa PJAKê ve hatibe encamdan. »

Ehemd Seferî di doma daxuyaniya xwe de, ligel ku vê kiryarê « terorîstî » dizane, îdeaya wê yekê jî dike ku wêneyên bikerên vê bûyerê di dest de hene.
Herwiha malpera Tabnak ku girêdayî Muhsin Rizayî yek ji fermanderên payebilind ê Sipaha Pasdaran e, di raporekê de bi belavkirina gotinên dijhev ên berpirsyarên dewletî, peywendiya PJAKê bi vê bûyerê xistiye bin pirsê.

Di destpêka bûyerê ve ku piştînîvroya duşem 20ê Pûşperê (11.07.2016) pêk hat, hûrdekarî û ehta navê kuştî û birîndarên êrîşa han ji aliyê şahidên wê bûyerê ku ji nêzîk ve dîtine, bi nirxandinên cor be cor tê şirovekirin.
Her core nerazîbûn û pevçûneke xelkê ligel kesên hikûmetî li Kurdistana Îranê, di cî de ji aliyê kesên ser bi dezgehên ewlekariyê girêdayî bi « derve » û « biyanîyan » tê zanîn û dixwazin van bûyeran wiha bidin nîşandan.

Teqekirin ji karwanê berpirsên hikûmetî li navçeya Dalaho, bû sedema kuştina berpirsê nivîsîngeha Qayîmmeqamê Dalaho û yek ji karnasên payebilind ê navenda bijîşkî ya ajelan li parêzgeha Kirmaşanê û herwiha birîndarbûna 3 kesên din.