Heftê li sedî a herêmên Îranê, metirsiya erdhejê li ser e

15:37 - 1 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Saziya Nîzam Mehendisiya Hikûmeta Îranê ragehand ku, zirûfa cuxrafiyayî a Îranê bi avayekî helketye ku heftê li sedî a herêmên cuda cuda a vê metirsiya qewimîna erdhejê li ser e.
Nûçegehaniya Mêhr li zarê “Mensûr Ziyabîfer” ve da zanîn ku, welatê Îranê di 30 salên borî de heya niha di warê zanista çêkirina awahiyan ve tu pêşketinek bi xwe ve nedîtye û li destkevtên zanistî bi avayek baş mifah wernegirtî ye.
Li gor gotina Ziyabîfer, ew avahî û pirojeyên bajêr çêkirinê ku di dema niha de di qonaxa cê bi cê kirinê den ne, tu yêk ji wan pêka ayînameyên bajêrçêkirinê nehatine çêkirin.
Rayedarên Nîzam Mehendisiyê li ser vê bawerê ne ku, tenê rêka berengarbûn tevî xesarên erdhejê, jêhelbirina kowalîteya fenî û teknîkî a avahiyan e, karek ku di welatê Îranê de berçav nagirin.
Di vî warî de jî Hîsam Şerîetî berpirsê bajêrvaniya bajarê Sinê ragehand ku, di vê parêzgehê de, tev ayînnameyên bajêrsazî û avahîsaziyê pêş çav hatine girtin û avahayên wî bajêrî bi şêweyek herî baş hatine çêkirin. Ji aliyekî din we, Cemal Moştaq berpirsê Saziya Mohendisî a Parêzgeha Kurdistanê li vê bawerê de ye ku, bîna û avahiyên bajêrsazî di vê parêzgehê de bi bêy çavdêriyên fenî tên çêkirin û piraniya avahiyên wî bajêrî li hember bûyera erdhejê de nikarin xwe rabigirin û zirarek zaf yê bigihîje xelkê.
Pêka amara nawendî a erdnasiya Hikûmeta Îslamî a Îranê, parek berçav ji bajarên mezin yên Îranê li ser hêla erdhejê helketine.
Her pêka çavkaniya han, li tev 678 bajarên Îranê, 658 bajêr metirsiya erdhejê li ser e.