Heft welatî di bajarên Selas a Bawecanî û Kirmaşanê de hatine desteserkirin

16:28 - 30 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Heft welatiyên Kurd di bajarên “Selas a Bawecanî” û bajarê Kirmaşanê de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nêçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 5`ê Sermawezê, hêzên Îtila`tê 6 welatiyên Kurd yên bi navên “Burhan Subhanî, Serkewt Ehmedî, Ubeyd Ehmedî, Salar Newrozî, Ako Eyazî û Burhan Kakeyî”, di “Selas a Bawecanî”yê de, desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heya belavbûna wê nûçeyê, ti zaniyariyek ji hegerên desteserkirina wan û cihê mana wan şeş welatiyên Kurd, ji ber dest de nîne.

Ji aliyekî din ve, roja Çarşemî, 29`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê, “Suhbet Umîdî”, ji aliyê saziya Spaha Pasdaran ve, di bajarê Kirmaşanê de, bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyan de”, hatiye desteserkirin.

Roja Înê, 7`ê Sermawezê, ew welatiyê Kurd piştî 10 rojan ji ser desteserkirina wî re, bi rêya telefonê ve, desteserkirina xwe ji aliyê saziya Îtila`ata Spaha Pasdaran ve, piştrast kir.