Hakimê dadweriya Îslamî li Sine: Ferînaz bi serbilindî mir
16:25 - 10 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Alimê olî yê Kurd û yek ji berpirsên Mekteba Quran (Hesen Emînî) li Sine ya rojhilatê Kurdistanê, bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî, xwenîşandanên gel hember mirina bi serfirazî û fedakarane ya Ferînaz Xosrewanî destk kir.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurpa, Hesen Emînî hakimê şerîet û dadweriya Îslamî li Sine, daxuyaniyek nivîskî li ser mirina bi guman ya Ferînaz Xosrewanî belav kir.
Di wê daxuyaniyî de hatiye: Di egera rastbûna bûyerên hatinî qewimîn de, mirina wê keça bi rûmet ya kurd ji tirsa tecawizê, cihê şanaziyê ye û sedem û berpirsyarên mirina wê jî, kûjer û qatil tên hesibandin.
Di beşek din di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku ew Ferînaz nebû ku jiyana pirr hêvî û mirazên keçeke ciwan bi dawî anî, belkû ew cinayetkarekî rezîl yê arzûmend û heveskar bû ku bi awayekî hovane ew keça ciwan di ser hilbijatina du rêyên; mirina bi serbilindî yan jîna bi serşorî de, xwedî nerîn û biryar kir.Wê jî bi serferazî biryara xwe nîşan da.
Wî qaziyê bi edil Yê Kurdistanê û endamê “Mekteb Quran” di encama daxuyaniya xwe de îşare bi wê ayeta Qurana pîroz kiriye û wek piştgirek bo daxuyaniyê, dawî bi gotinên xwe anîye:
بسم الله الرحمن الرحیم
مَنْ قَتَلَ نَفْسًا بِغَيْرِ نَفْسٍ أَوْ فَسَادٍ فِي الْأَرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعًا...\" (مائده/٣٢)
Bi navê Xwedayê Mezin û dilovan
“Kuştina neheq û zalimane ya mirovekî yan fesadkirin li ser erdê, wek kuştina hemû gelan tê hesibandin…” ango bi kuştina mirovekê mirovayetî ji holê dirabe.
Naveroka vê daxuyaniyê bi xeynî wî zimanî di beşên din yên ajansa Kurdpa de bibîn in.