Hacer Seîdî bo benda “Jinan” a girtîgeha Navendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin

13:32 - 20 Hezîran 2020

Roja Çarşemî, 28`ê Cozerdanê, çalakvana mafê jinan,“Hacer Seîdî”, bo benda “Neswan” a girtîgeha Navendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin.

Ew çalakvana mafê jinan, di Dehemîn roja binçavkirinê de bû, ku bo benda “Neswan”  a girtîgeha Navendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin.

Ew çalakvana mafê jinan di heyamê binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û dîtina malbata xwe bêpar bûye.

Roja Yekşemî, 18`ê Cozerdanê, karbidestên Wezareta Îtilaatê, bê hebûna belgeya yasayî, êrîşî ser mala wê çalakvana jinan kirin û herwisa bê hebûna belgeya yasayî ev binçav kirin.

Heya niha ti zanînek ji hegera binçavkirina “Hecer Seîdî”, ji ber dest nîne.

Ew Çalakvana mafê jinan, berê û di nêzî roja cîhanî ya kedkaran de, ji aliyê îdareya Îtilaata Sineyê ve, hatibû banghêjkirinê û lêpêçîn digel wê hatibû kirin.