Hacer Seîdî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:20 - 24 Hezîran 2020

Roja Çarşemî 4ê Pûşperê, Hacer Seîdî, çalakvana mafê jinan, piştî 18 rojan binçavkirin di îdareya îtilaat a bajarê Sineyê de bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew çalakvana mafê jinan di dehemîn roja binçavkirina xwe de bo benda “Niswan” a girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew çalakvana Kurd di heyama binçavkirinê de ji parêzer û çavpêketin digel malbata xwe bê pa mabû.

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdan, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wê çalakvana mafê jinan û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî wê binçav dikin.

Heya niha ji sedema binçavkirina Hacer Seîdî ti zanyariyek nehatiye ber dest.

Ew Çalakvana mafê jinan, berê û bi hilkefta roja cîhanî ya kedkaran, ji aliyê îdareya Îtilaat a Sineyê ve, hatibû banghêjkirinê û lêpêçîn digel wê hatibû kirin.